Li Hewlêrê 4 berketiyên din baş bûn

niha tenê sê berketî li nexweşxaneyê mane

Birêveberê tendirostiya Hewlêrê diyar kir ku îro çar kesên din ku bi Koronayê ketibûn baş bûne.

Li gor daxuyaniya berêveberê tendirostiya Hewlêrê Dilovan Mihemed ragihand ku îro li Hewlêrê 4 kesên din yên ku bi Koronayê ketibûn piştî wergirtina çareseriyên pêwîst yên nûjdarî baş bûne û cerbandinên dawî bo wan hatine kirine û derketiye ku ji Koronayê rizgar bûne lewre bo malên xwe hatine şandin.

Heta niha li Hewlêrê bi giştî 208 berketiyên Koronayê baş bûne û bo malên xwe hatine şandin û bi tenê 3 berketî di nexweşxaneyê de mane.

N: E. G