Zêdetir ji 4 hezar kesan li Tirkiyeyê canê xwe ji dest daye
19/5/2020 - 11:48
Li gor amarên dawî yên wezareta tendirostî ya Tirkiyeyê li vê welatî zêdetir ji 4 hezar kesan canê xwe ji dest daye.
Duhê bi şev wezîrê tendirostî yê Tirkiyeyê Fexredîn Koca ragihand ku di nava 24 seatên derbazbûyî de li Tirkiyeyê hezar û 158 kesên din bi Koronayê ketine û 31 kesên din canê xwe ji dest dane.
Koca eşkere kiriye ku heta niha li Tirkiyeyê bi giştî 150 hezar û 593 kes bi Koronayê ketine û bi giştî 4 hezar û 171 kes jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G