WHO: Rojhilata Navîn di qonaxeke aloz deye

dibêje mimkune ev rewşa aloz bidome

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ragihand ku Rojhilata Navîn jiber sistkirina tedbîrên dijî vîrusa korona û zêdebûna pêketîyan ketiye ‘’qonaxeke krîtîk’’

WHO roja Yekşemê dabû zanîn ku li 22 welatên li rojhilatê Derya Sipî pirtir ji 1 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine.

Li gor agahîyên WHO 80 ji sedê mirinên ji vîrusa korona yên li herêmê li Misir, Îran, Îraq, Pakistan û Erebistana Saudî çêbûn.

Berpirsê Rojhilata Navîn yê WHO Ahmed El Mandharî dîyar kir ku rewişa herêmê fikaran çêdike.

 ‘’ Mandharî got : Em li herêma me ketine qonaxeke kirîtîk. Tenê pêketîyên di meha Hezîranê de, ji ya çar mehên borî zêdetir e ku pêketîyê pêşî di 29’ê Çileyê de hatibû tespît kirin.’’.

Mandharî da zanîn ku xêncî sistkirina tedbîran, zêdebûna testên vîrusa korona jî bandor li bilindbûna hejmara pêketiyan kiriye

Voa