Nêçîrvan Barzanî bo malbeta Kesnezanî: Em hevparê xema we ne
4/7/2020 - 16:06
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jiber koça dawî ya Rêberê terîqeta Qadirî peyamek weşand ku naverka vê jî wisa ye;
Mixabin nûçeya koça dawî ya kesayetiyê oldar û Rêberê terîqeta Kesnezanî ya Qadirî Şêx Mihemed Şêx Ebdulkerîm Kesnezanî gehêşte me, pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbeta wî, kesûkar û tevahiya morîdên wî dikin, hevparê xema wanin.
Daxwaz ji xwedê mezin dikim rehmetî bixe ber dilovaniya xwe û sebir jî bide kesûkarên wî.
Serokê herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî
4 temûza 2020