Serokwezîr sersaxî da malbeta Kesnezanî

nav hatî îro koça dawî kiriye

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jiber koça dawî ya Rêberê terîqeta Qadirî peyameke sersaxî pêşkêş kir ku ev jî naveroka vê ye;

Mixabin nûçeya koça dawî ya Rêberê terîqeta Qadirî (Şêx Mihemed Şêx Ebdulkerîm Kesnezanî) gehêşte me.

Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbeta wî ya birêz, morîd û tevahiya peyrevên terîqeta Qadirî dikim, xwedê mezin rehmetî bi çendeta xwe şad bike û aramî jî bide tevahiya aliyan.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

4/7/2020