Yekîtiya Ewrûpayê li ser Tirkiyeyê dicive

daxwaza ceza kirina Tirkiyeyê tê kirin

Biryare îro wezîrên derve  yên Yekîtiya Ewrûpayê bo giftûgo kirin li ser rewşa Tirkiyeyê civin.

Li gor zaniyariyên berdest ev civîn li ser daxwaza Franseyê tê lidarxistin û Franse daxwaz ji YEê dike ku jiber qirîza Behra Spî, aloziyê navbera Tirkiye û Yûnanê, destwerdanên Tirkiyeyê li Sûriye û Bakûrê Sûriyeyê, kêşeyên li deryaya Ege û herwiha destwerdanên Tirkiyeyê yên li Lîbya û guhertina pêgeha Ayasofyayê, dorpêçan li ser Tirkiyeyê deyine.

N: E. G