Li Rojavayê 15 kesên din bi Koronayê ketin

heta niha 5 kes canê xwe ji dest dane

Heta niha bi giştî 101 kes li Rojavayê bi Koronayê ketine.

Desteya tendirostiya Rojavayê Kurdistanê belav kir ku di nava 24 seatên derbasbûyî de li herêmê bi giştî 15 kesên din bi Koronayê ketine.

Li gor daxuyaniyê, di nava 24 seatan de 5 berketiyên Koronayê jî, ji Koronayê rizgar bûne û baş bûne.

Heta niha li Rojavayê bi giştî 5 kes jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G