Êrîşî ser karwaneke leşkerî ya Amerîkî hate kirin

hîn jî ti zaniyarî derbarê zirarên êrîşê de nehatine bidest xistin
کوردستان TV
100%

Li gor zaniyariyên berdest, direngiya şeva derbasbûyî komek çekdarên nenas êrîşî ser karwaneke leşkerî ya Amerîkayê kirine.

Hate zanîn ku êrîş li ser sînorê navbera Îraq û Kuwaitê de pêk hatiye û heta niha derbarê zirarên êrîşê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.

Weke tê zanîn duhê jî li parêzgeha Zîqarê ya Îraqê êrîşî ser karwanek ku pêdiviyên locistîkî bo artêşa Îraqê vediguhest hatiye kirin û çend tirimbîl zirar dîtibûn.

Ew demeke ku li Îraqê êrîş kirine ser karwanên leşkerî yên Amerîkayê zêde bûne.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.