Mesrûr Barzanî: Em bi ti awayî dev ji mafên destûrî yên gelê Kurdistanê ber nadin

کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvîneke hevbeş de ligel medyaya Kurdistanê li ser rewşa niha ya Kurdistanê û geşedanên herî axivî. Mesrûr Barzanî got ku ew ne wê baweriyê de ye ku metirsî li ser statûya Herêma Kurdistanê hebe.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bersiva pirsên rojnamevanan da û mijarên weke proseya çaksaziyê, mûçeya fermanberan, rêkeftina ligel Bexda, projeyên xizmetguzariyê û rewşa tendirustiyê ya Herêmê û rêkarên rûbirûbûna vîrûsa Koronayê zelal kir.

Li ser pirsa “metirsî li ser hilweşandina statûya herêma Kurdistanê heye” Mesrûr Barzanî got: “Ez ne di wê baweriyê de me ku metirsî li ser statûya Herêma Kurdistanê hebe. Mezintirîn pirsgirêk ew e ku nakokî û ne tebayiya  di nav aliyan û xelkê Kurdistanê de ye. Eger di nav xwe de xelk û alî ligel hev bibin yek, ti hêzek nikare statûya Herêma Kurdistanê têk bide.

Di derbarê dahata herêma Kurdistanê de, Barzanî ragihand, ku dahata herêma Kurdistanê 3ê cur in, yek ji wan çavkaniyên petrolê û dahata nevxwe,û ya din jî, bûdceya ji hikûmeta Iraqê ye.

Mesrûr Barzanî tekez kir, ku dahata herêma Kurdistanê şefafe, û niha hikûmetê sîstemeke navdewletî ya bankî durist kiriye, ku hemû dahat û xercî tên wê bankê, û di pişt re diçe wezareta darayî.

Barzanî diyar kir ku çaksazî proseyeke berdewam e û hewl didin çavkaniyên nû ji dahatê re bibînin û wiha pê de çû: “Çaksazî pêvajoyeke berdewam e, tiştekî wisa nîne ku di demeke kurt de were pêkanîn, an jî dawî lê were.Me ji destpêka kabîneya nehem ve ji gelek aliyan ve dest bi çaksaziyan kiriye, çaksazî tenê rûbirûbûna gendeliyê nîne. Çaksazî, mijara reform, şefafiyet, çawaniya xizmeta welatiyan e û em bizanin çawa bikarin nûbûn û çêkirina jêrxaneke aborî ya baştir ji hemû aliyan ve ava bikin.

Li ser pirsa derbarê birîna mûçeyan de jî Barzanî got: “Eger hikûmeta Iraqê berpirsiyariya xwe beramberê dabînkirina mûçeya cîbicî bike ku pêştir soz dane, hikûmeta Kurdistanê wê demê dikare mûçeya weke xwe bide.

Barzanî amaje bi wê yekê kir ku eger vîrusa koronayê name û nirxê petrolê vegere weke rewşa asayî û ew hêvîdar e ku bi hata navxwe mûçeyan weke caran bê qutkirin dabeş bikin û got: “Temenê kabineya niha ya Herêma Kurdistanê 13 meh e, lê me heta niha mûçeyê 12 mehan daye.

Derbarê birîna %21 ji mûçeyan de, Serokwezîrê herêma Kurdistanê got ku sedema wê yekê ew e ku hikûmeta Iraqê sê meh e budçeya Kurdistanê ne şandiye û dahata navxwe jî ji ber koronayê kêm bûye.

Di bersiva pirseke din de li ser rêkeftina li gel hikûmeta Iraqê û dabînkirina mûçeyê fermanberan, û birêvebirina deriyên sînorî, Mesrûr Barzanî ragihand, ku pirsgirêka herêma Kurdistanê li gel Iraqê, ne tenê mûçeye.

Serokwezîrê Kurdistanê tekez kir, ku pirsgirêkên destûrî kêşeya sereke ya di navbera Hewlêrê û Bexdayê de ye û got, ku ew dest ji mafên destûrî yên herêma Kurdistanê bernadin.

Barzanî wiha got: “Em ligel hikûmeta Iraqê li ser xet in bo bigihêjin emcamekê, lê pirsgirêk ne tenê deriyên sînorî, mûçe bûne, hikûmeta Beasê jî mûçe dida, lê pirsgirêk di heman demê de di warê maf, azadî, wekhevî û statûyê de jî hebûne.

Barzanî derbarê vegera Hêzên Pêşmerge bo navçeyên Kurdistanî yên dervey îdareya Herêma Kurdistanê de da zanîn ku ew mijar gelek caran ligel hikûmeta Iraqê gotûbêj kirine û wiha pê de çû: “Ev pirs ji du beşan pêk tê. Yekem; çareserkirina navçeyên nakok di çarçoveya madeya 140 a destûrî de. Lê mixabin hikûmeta federalî îhmalkariyê di cîbicîkirina destûrê de ligel Herêma Kurdistanê dike. Ligel hikûmeta Iraqê em rêkevtine ku hêzên Iraqê û Hêzên Pêşmerge ji bo aramkirina navçeyên ku heta niha DIŞIê lê heye bi hev re tevbigerin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha destnîşan kir ku têgihiştina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji bo çareserkirina pirsa navçeyên Kurdistanî yên dervey îdareya Herêma Kurdistanê di çarçoveya madeya 140an de baş e.

 

Pirtûk û çapkirî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.