Torîstên Ukraynî li çiyayê Agirî ne
20/9/2020 - 17:13
Komeke 20 kesî ji torîstên Ukraynî li çiyayê Agirî xwe tazî kirin.
Çiyayê Agirî ku bilindtirîn çiyayê Bakûrê Kurdistanê û Kurdistanê ye, dikeve sînorên navbera her du parêzgehên Agirî û Igdir.
Ew çiyayê bedev ku li ser sînorê navbera Bakûrê Kurdistanê û Eremenistanê ye, bi qasî zêdetir ji 3 hezar metreyan ji asta deryayê bilinde û berfa serê çiya tu caran nahele.
Îsal di destpêka meha Îlonê de komeke 20 kesî ji torîstên Ukraynî serdana çiyayê Agirî kirine û li zirveya çiyayê xwe tazî kirin û tama bedewiya çiya û zozaên deverê bi xwe tazî kirinê kirin.
N: E. G