Milîsên Îranê li Sûriyê 9 şivan kuştin

li nêzî Hemayê hatine kuştin.
کوردستان TV
100%


Li parêzgeha Hema ya Sûriyê herî kêm 9 şivan ji aliyê milîsên Îranê ve hatin kuştin.

Saziya çavdêra mafên mirov li Sûriyê, ku navenda wê li Brîtanya ye, ragihand, duhî milîsên Îranê li parêzgeha Hema ya Sûriyê komek şivan dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de herî kêm 9 şivan hatin kuştin û 7 şivan jî birîndar bûn. Tê gotin ku rewşa birîndaran baş nîne, loma tê texmînkirin hejmara kuştiyan zêde bibe.

Jibasnewsê hatiye wergirtin.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.