Berhreyin û Îsraîl rêkeftineke din îmze kirin

meha derbasbûyî rêkeftina normal kirina têkiliyan îmze kiribûn.

Ew rêkeftin taybete bi têkiliyên dîplomatîkî.

Wezareta derve ya Îsraîlê belav kiriye ku piştî îmze kirina normal kirina têkiliyan di navbera Îsraîl û Behreyinê de, ew herdu welat rêkeftineke din îmze kirine.

Li gor rêkeftina han Îsraîl û Behreyin têkiliyên xwe yên dîplomatîkî jî normal dikin û her du welat balyozxaneyên xwe li payetextên hev vedikin.

Weke tê zanîn meha derbasbûyî çend welatên Erebî li pey hev rêkeftina normal kirina têkiliyan li gel Îsraîlê îmze kiribûn.

N: E. G