Li Bakur û Rojhilata Sûriyê 136 kesên din bi koronayê ketin

kesk jî jiber Koronayê canê xwe ji dest daye.

DesteyaTendirostiyê ragihand ku di 24 seatên derbasbûyî de 136 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine.

Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê ragihand ku kesekî din li Bakur û Rojhilata Sûriyê bi koronayê miriye.

Hevserokê Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesê mirî mêrek ji Hesekê ye.

Mistefa destnîşan kir ku 136 kesên din bi koronayê ketine, ji nav wan 76 mêr in û 60 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 18

Qamişlo:28

Dêrik: 44

Gikê Legê: 17

Çilaxa: 8

Rimêlan: 4

Amûdê: 7

Tirbespiyê: 3

Dirbêsiyê: 4

Kobanê: 2

Reqa: 1

Mistefa da zanîn ku 12 kesên ku berê bi koronayê ketibûn, niha baş bûne.

Bi van daneyan hejmara pêketiyên koronayê gihaşt 3 hezar û 387 kesan, ji wan 104 kesan jiyana xwe ji dest daye û 658 kes jî baş bûne.

Ji anhayê hatiye wergirtin.

N: E. G