Dayikek û 3 zarokên vê  hatin birîndar kirin

li nexweşxaneyê hatine dermankirin.

Di encama êrîşa goran de birîndar bûne.

Peyamnêrê Kurdistantv yê li devera Raperîna ragihand ku duhê êwarê, li dola Şawirmê ya ser bi Raniyeyê ve, di encama êrîşa goran de, dayikek û sê zarokên vê birîndar bûne.

Dayik û du zarok jiber êrîşa goran û zarokeke din jî jiber guleye ku xwestiye bo goran bavêje birîndar bûne.

Ew birîndarên han bo derman kirinê bo nexweşxaneyê hatine veguhastin û piştî derman kirinê rewşa wan baş bûye.

N: E. G