DIŞIê êrîşî ser artêşa Îraqê kir
24/11/2020 - 11:20
Çend leşkerên Îraqî birîndar bûne.
Direngiya şeva derbasbûyî terorîstên DIŞIê li nêzî Xurmatûyê êrîşî lîwaya 52 ya artêşa Îraqê û çekdarên heşda şebî kiriye.
Li gor zaniyariyên berdest di encama êrîşa han de pevçûn di navbera terorîstên DIŞIê û artêşa Îraqê de qewmiye û di encam de du leşkerên Îraqî û çekdarên heşda şebî birîndar bûne.
N: E. G