Li Hewlêr û Dihukê Befir dibare
26/11/2020 - 14:29
Befir li deverên bilind û çiyayî dibare.
Navenda meterolojiya Kurdistanê belav kir ku îro û sibê, pêleke giran ya baran û befir barînê li Kurdistanê dibe.
Li gor daxuyaniya han, li deverên çiyayî û bilind yên her du parêzgehên Hewlêr û Dihukê befir dibare û li navenda Hewlêr û Dihukê de jî baran dibare.
Herwiha navenda meterolojiyê diyar kiriye ku ew pêla han heta sibê berdewam dibe û li Silêmanî û Kerkûk jî baran dibare.
N: E. G