Îraq û Amerîka behsa rêkeftina Şingalê dikin

dibêje Îraqeke bihêz bandorê li ser ewlekariya deverê dike.

Balyozê Amerîkayê û Şêwirmendê ewlekariya netewî ya Îraqê civiyan.

Şêwirmendê ewlekariya netewî ya Îraqê Qasim Erecî pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê Matthew Tueller kir.

Di civînê de her du alî behsa rêkeftina Şingalê û çawetiya cîhbicîh kirina rêkeftinê kir û tekez li ser bihêztir kirina hevkarî û hemahengiya îstîxbaratî ya lid or terorê û nehêştina paşmayiyên terorîstên DIŞIê kirin.

Di berdewamiya civîna han de her du alî behsa rewşa siyasî û ewlekarî ya deverê kirine.

Tueller herwiha diyar kiriye ku Amerîka dixwaze Îraq welateke bihêz û aram be jiber ku Îraqeke bihêz û aram bandorê li ser rewşa ewlekarî û aramiya deverê jî dike.

N: E.G

Peywendîdar

Nûtrîn Vîdyo

COVID-19
Cases
104,964
Mirin
3,436
dîsadîtin
85,814
Cases
607,587
Mirin
12,935
dîsadîtin
567,898
Cases
94,572,376
Mirin
2,023,325
dîsadîtin
67,524,766