Tirkiye navendeke leşkerî ava kiriye

êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojavayê didomin.
کوردستان TV
100%

Li Rojavayê Kurdistanê ava kiriye.

Li gor zaniyariyên berdest, hikûmeta Tirkiyeyê di çarçoveya êrîşên xwe yên bo ser Rojavayê Kurdistanê, li devera Eyn Îsayê navendeke din ya leşkerî ava kiriye.

Navenda mafên mirovan ya Sûriyeyê belav kiriye ku Tirkiye li gel cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê, berdewamin li ser êrîş kirine ser Rojhilatê çemê Firatê û di wan rojên dawî de, Tirkiye li hember bajarokê Eyn Îsa yaku ew demeke dirêje dibe armanca êrîşên Tirkiye û cîhadiyan, navendeke nû ya mezin a leşkerî ava kiriye.

Weke tê zanîn meha derbasbûyî artêşa Tirkiyeyê û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê dest bi êrîşên xwe yên li ser Eyn Îsa kirine û beriya sê rojan jî dest bi topbaran kirina Til Refetê kiribûn.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.