Li navçeyên çiyayî befireke zor bariye
15/1/2021 - 12:02
Duhê destpê kiriye û hîn jî didome.
Duhê pêleke din ya befir û baran barînê Kurdistan vegirt û ew pêla han hîn jî didome.
Li gor zaniyariyên berdest, li deverên çiyayî yên Kurdistanê befir bariye û deverên han spî bûne û li hin deveran jî jiber serma û zeqemê, rê û cadeyên hatûçûyî cemidî ne.
Meterolojiya Kurdistanê behsa vê yekê dike ku ji duhê ve heta îro li hin cîhan 20 cm û li hin cîhan jî zêdetir ji 30 cm befir bariye û befir barîn berdewam dibe.
N: E. G