Artêşa Îraqê: Operasiyonên me berdewam dibin

piştî êrîşên Bexdayê çend terorîst hatine girtin.

Navên operasiyonan toleya şehîdane.

Berpirsê giştî yê hêzên antî terorê yên Îraqê Ebdulwehab Saêdî ragihand ku operasiyonên toleya şehîdan yaku ew demêke ji aliyê hêzên antî teror û artêşa Îraqê ve hatine destpêkirin, berdewam dibin.

Nav hatî eşkere kiriye ku ew weke hêzên antî terorê, tevahiya karînên xwe bo ji nav birina terorîstan bitevger kirine û operasiyonên wan jî yên li dijî terorîstan berdewam dibin.

Saêdî ew yek diyar kiriye ku piştî teqînên li Bexdayê, hêzên wan çend operasiyon lidar xistine û di encama wan operasiyonan de çend terorîst hatine girtin.

N: E. G