Dosyeya parlementên HDPê gehêşte Parlementoyê
24/2/2021 - 14:42
Daxwaza hilweşandina parêzbendiya wan tê kirin.
Beriya 3 rojan Dozgeriya giştî ya Tirkiyeyê di çarçoveya dosyeya xwepîşandanên piştîvanî kirina Kobanê de li dijî 8 Parlemenerên HDP û Hevseroka HDPê Pervîn Buldan, doz vekiribû.
Dozgeriya giştî daxwaza hilweşandina parêzbendiya wan Parlementeran dikir.
Îro çarşem dosyeya han gehêşte Parlementoya Tirkiyeyê û biryare parlemen parêzbendiya wan hilweşîne.
Her îro Serokê AKPê Receb Teyyib Erdogan jî gef li HDPê kir û ragihand ku parêzbendiya wan hilweşînin.
N: E. G