Artêşa Îraqê dest bi operasiyoneke din kir

operasiyon li nêzî Xaneqînê ye.

Li parêzgeha Diyalayê li dijî DIŞIê destpê kiriye.
Îro Fermandariya giştî ya artêşa Îraqê ragihand ku di çarçoveya operasiyonên dijî DIŞIê de, li Parêzgeha Diyalayê operasiyoneke din hatiye destpêkirin.
Li gor daxuyaniya artêşa Îraqê, operasiyon li navçeya Îslah ya ser bi Xaneqînê ve hatiye destpêkirin.
Herwiha balefirên şer jî di operasiyonê de beşdarin.
N: E. G