Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 21 kesên din bi koroneyê ketine

heta niha 324 kes canê xwe ji dest dane.

 

 

Desteya Tendirostiyê ragihand ku 21 kesên din bi koroneyê ketine û 3 kes jî ji ber koronayê mirine.

hevserokê Desteya Tedirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên bi vîrusê mirine 3 mêr in ji Reqayê ne.

Mustefa destnîşan kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 21 kesên ku bi vîrusa koroneyê ketine 11 mêr û 10 jin in, li van herêman in:

Hesekê: 3

Qamişlo: 9

Dêrik: 2

Girkê Legê:1

Tebqa: 3

Reqa: 2

Minbic: 1

Mustefa piştrast kir ku 4 kes jî ku berê bi koronayê ketibûn baş bûne.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara kesên bi vîrusa koroneyê ketine gihaşt 8 hezar û 629 kesan jê 324 kes mirine û hezar û 251 kes jî baş bûne.

Ji anhayê hatiye wergirtin.

N: E. G