Dest bi vaksîne kirina karmendên tendirostî hate kirin

yekem karmendê tendirostî hate vaksîne kirin.
کوردستان TV
100%

 

Îro yekem karmendê tendirostî hate vaksîne kirin.

Piştî ku roja sêşemê 5 hezar vaksînên dijî Koronayê ji Çînê gehêştine Kurdistanê, wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê jî dest bi amadekariyên pêwîst bo dabeş kirina vaksînan û vaksîne kirina welatiyan kir.

Di çarçoveya bernameya wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê de, îro pêncşem yekem kes li Kurdistanê ku karmendekî tendirostiye, bi vaksîna dijî Koronayê hate vaksînekirin.

Biryare weke pêngava yekem tevahiya karmendên tendirostî werin vaksîne kirin û pişt re jî li gor bernameya wezareta tendirostî welatiyên din jî werin vaksînekirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.