Papa gehêşte bajarê Necefê

du rojan li Îraqê û rojek jî li Kurdistanê dimîne.

 

Duhê bi serdaneke çend rojî hatibû Îraqê.

Rêberê rûhanî yê mesîhiyên cîhanê, Papaya Vatîkanê, di çarçoveya serdana xwe ya çend rojî de bo Îraq û Kurdistanê, piştî civîn û hevdîtinên xwe yên li gel aliyên têkildar yên li Bexdayê, îro serdana bajarê Necefê kir.

Biryare Papa li Necefê li gel Oldarê şîeyan Elî Sîstanî bicive.

Papa vê du rojan li Îraqê bimîne û rojek jî were Kurdistanê û li Kurdistanê jî çend civîn û hevdîtinên siyasî û olî pêk bîne.

Papa duhê li Bexdayê daxwaz ji aliyên têkildar yên Îraqê kiriye daku şerê dijî gendeliyê bikin û li dijî teror û metirsiyan yekdeng û yekhelwest bin.

N: E. G