10 jeneralên artêşa Tirkiyeyê hatin girtin

hikûmet dibêje dixwazin kûdetaya leşkerî bikin.

Beriya du rojan daxuyaniyek belav kiribûn û huşdarî dabûn hikûmeta AKP.

Piştî ku beriya sê rojan 104 Jeneralên teqawîd yên hêzên deryayî yên Tirkiyeyê derbarê rêkeftina Montro de daxuyaniyeke hevbeş belav kiribûn û huşdarî dabûn hikûmeta AKPê ku bi ti awayî nabe giftûgo li ser vê rêkeftinê bike, li dijî wan Jeneralan, operasiyonek hat lidarxistin.

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê di encama operasiyonê de yaku duhê bi şev hatiye lidarxistin 10 ji wan jeneralan hatine girtin.

Beriya niha Serokê parlementoya Tirkiyeyê gotibû ku Serokkomar Erdogan dikare bi biryarek rêkeftina Montro jî hilweşîne, jeneralên artêşa Tirkiyeyê jî huşdarî dan Erdogan û gotin navbe tişteke wisa were kirin beruvajî vê dîsa Tirkiye rastî kêşeyan were.

Rayedarên AKPê jî ev daxuyaniya han weke hewldanek bo lidarxistina kûdetayeke leşkerî nirixandin û gef li wan jeneralan kirin.

N: E. G