Di rojekê de 17 hezar kes bi Koronayê ketine

174 kes jî canê xwe ji dest dane.

Rayedarên Îranê dibêjin pêla çarem ya Koronayê destpê kiriye.

Li gor daxuyaniya Peyvdara wezareta tendirostî ya Îranê Sîma Sadat Larî tenê di nava rojekê de li seraserê Îranê 17 hezar kes bi Koronayê ketine.

Sîma Sadat Larî eşkere kiriye ku di nava 24 seatan de li Îranê bi giştî 17 hezar û 430 kes bi Koronayê ketine û 174 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Hefteya derbasbûyî Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî jî huşdarî dabû û ragihandibû ku li Îranê çarem pêla Koronayê destpê kiriye.

N: E. G