Milîşiya dixwazin şer berdewam be

dibêje bandoreke gelek zêde li ser abûriya wan welatan dikin.

Dibêje li Sûriye û Îraqê berevanî ji dom kirina şer dikin.

Navenda CRE ya şîrove û lîkolîn kirina metirsiyên siyasî û abûrî yên li cîhanê, derbarê rewşa Sûriye û Îraqê de raportek belav kir.

Di raporta vê navendê de behsa şerê heyî yê li Sûriye û Îraqê hatiye kirin û hatiye nivîsandin ku milîşa ( çekdarên derqanûnî) yên li Îraq û Sûriyeyê şereke bêdawî dane destpê kirin.

Di berdewamiya raportê de hatiye nivîsandin ku ev çekdarên han jiber berejwendiyên xwe yên taybetî berevanî ji dom kirina şerê li Îraq û Sûriyeyê dikin.

Di beşeke din ya raportê de behsa rola wan çekdaran li ser abûriya wan her du welatan kiriye û hatiye diyarkirin ku ev çekdarên han bandoreke gelek mezin li ser abûriya Sûriye û Îraqê kirine û bo ku bikaribin destkeftên xwe biparêzin hewl didin ku şer û alozî li wan her du welatan de berdewam be.

N: E. G