Wezîrê berevanî yê Amerîkayê gehêşte Îsraîlê.

li gel rayedarên Îsraîlî behsa çend mijaran dike.

Ev yekem serdana wezîrê berevanî yê îdareya Bidene bo derveya welat.

Li gor çapemeniya Îsraîlê berbanga îro yekşem wezîrê berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin

Bi serdaneke fermî gehêştiye Îsraîlê.

Biryare Lloyd Austin di çarçoveya serdana han de li gel rayedarên Îsraîlê bicive û di civînan de behsa têkiliyên navbera Îsraîl û Amerîkayê û herwiha rewşa deverê bike.

Ev yekem serdana rayedarekî mezin yê îdareya Biden e bo derveya Amerîkayê.

N: E. G