Êrîşa ser navenda Netenz karê Îsraîlê ye

îran jî dibêje ev êrîşa han êrîşeke terorîstî bûye.

Duhê jî Îran diyar kiribû ku ev bûyer êrîşeke terorîstiye.

Beriya du rojan li navenda etomî ya Netenz ya li Îranê teqînek pêk hat û zirarên mezin gehande navenda han.

Piştî teqînê wezîrê derve yê Îranê û berpirsê ajansa etomiya Îranê eşkere kiribûn ku ev bûyer ne tişteke teknîkî û bûyereke normale belku êrîşeke terorîstiye.

Îro jî çapemeniya Amerîkayê belav kiriye ku ev êrîş ji aliyê Îsraîlê ve pêk hatiye û di encama êrîşa han de zirareke mezin gehêştiye navenda etomî ya Netenzê.

Weke tê zanîn di dawiya hefteya derbasbûyî jî Îsraîl diyar kiribû ku êrîşî ser keştiyeke Îranî kiriye.

N: E. G