Parlementerekî Îraqî pirsek ji Îranê dipirse

dibêje ev çek û rokêtan li dijî kê, kî bikar tînin.

Dibêje çima bersifa Îsraîlê nade?

Parlementerê Parlementoya Îraqê yê ser bi firakisyona hevpeymaniya hêzên Îraqî Zafir Anî li ser hesabê xwe yê twitterê pirsek ji Îran û çekdarên ser bi Îranê pirsiye.

Zafir Anî nivîsandiye: Ev demêke ku Îsraîl êrîşên xwe yên bo ser Îranê zêde kiriye lê ne hikûmeta Îranê û ne jî çekdarên ser bi Îranê bersifa wan êrîşan nadin û bêdengin.

Anî nivîsandiye: Madem li hember Îsraîlê bêdengin başe, hêzên Qudis yên Îranê ev hemû çek, dorne û rokêtan li dijî kê, kî bikar tîne?

N: E. G