Taliban: Em beşdarî civînê nabin

biryar bû civîn di 16ê Nîsanê de were lidarxistin.

Biryar bû civîn li îstebûlê were lidarxistin.

Beriya niha biryar hatibû dayîn daku, civînên navbera Taliban û hikûmeta Efxanistanê yên bo aştiyê yên ku heta niha li Qeterê hatibûn organîzekirin, ji wir û şûna li Tirkiyeyê werin lidarxistin.

Biryar wisa bû ku yekem civîn di 16 Nîsanê de li Îstebûlê bi beşdariya nunerê Taliban, şanda hikûmeta Efxanistanê, nunerê Qeter û nunerê Netewên Yekgirtî were lidarxistin.

Lê tevgera Talibanê ragihandiye ku Taliban beşdarî di civîna Îstenbûlê de nake û Tirkiye jî ji vê yekê hayedar kiriye.

Jiber beşdarî nekirina Talibanê civîn bo demeke din hatiye taloqkirin lê hîn jî dem nehatiye diyarkirin.

Weke tê zanîn diyaloga navbera Taliban û hikûmeta Efxanistanê bi pêşengiya Amerîka û Netewên Yekgritî sala derbasbûyî destpê kiribû û her du alî çend caran li Qeterê civiya bûn.

N: E. G