Welatên G7, Rûsya ser tevgerên li sînorê Ukrayna hişyar dikin

ev çend roje dîsa alozî di navbera her du welatan de destpê kirine.


Wezîrên welatên G7 bi daxuyaniyeke hevbeş diyar kirin ku tevgerên Rûsya yên li ser sînorê Ukrayna û li Qirim ya ‘’bi awayekî neqanûnî hatiye dagîrkirin’’ fikaran çêdikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku tevgerên leşkerî yên mezin yên bê agahdarkirin çêdibin, dibin gef û bêîstîqrariyê çêdikin.
Wezîrên Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya, Brîtanya, Amerîka û Yekîtîya Ewrupa (YE) bang li Rûsya kirin ku ‘’provokasyon’’ê biqedîne û li gor berpirsîyên navneteweyî girjiyê kêm bike.
Wan wezîran xwest ku Rûsya li gor berpirsiyên Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîya Ewrupa (OSCE) tevbigere.
Wezîrên dan zanîn ku ew piştgiriya serxwebûn û serwerîya Ukrayna dikin.
Wezareta Derve ya Amerîka jî ragihand ku Wezîr Antony Blinken û Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg ser ‘’êrîşvanî leşkerî’’ya Rûsya axifîne.
Rûsya dijî wan bangan îdia dike ku tevgerên yekîneyên wê bo berevanîyê ne.
Girjiya di navbera Rûsya û Ukrayna de ji 2014’an vir ve dewam dike û li gor raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) di pevçûnan de heta niha pirtir ji 13 hezar kes hatine kuştin.
Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.
N: E. G