Amerîka hêzên xwe ji Efxanistanê vedikêşe

di 11ê Îlonê de tên vekêşandin.

Di 20 saliya êrîşên 11 Îlonê de hêzên xwe vedikêşe.

Ajansa Reutersê li ser zarê çend çavkaniyên dîplomatîkî yên Amerîkî belav kir ku, Amerîka amadekarî dike daku hêzên xwe yên leşkerî ji Efxanistanê vekêşe.

Li gor nûçeya Reutersê Serokê Amerîkayê Jeo Biden ferman kiriye daku amadekarî bo vekêşîna hêzên Amerîkî yên li Efxanistanê werekirin.

Biryare Amerîka hêzên xwe yên leşkerî di 20 saliya êrîşên 11ê Îlonê de bo ser Amerîkayê ji Efxanistanê vekêşe.

Weke tê zanîn beriya niha jî Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump behsa vekêşîna hêzên Amerîkî ji Efxanistanê kiribû.

N: E. G