Li Silêmanî welatiyek canê xwe ji dest da

4 welatî jî di encama teqînê de birîndar bûne.

Teqînek di nava kargehekê de çê bûye.

Îro pêncşem li taxa Tancero ya li Silêmanî, di nava kargeheke asnê de teqînek çê bû û di encama teqînê de welatiyek canê xwe ji dest daye û 4 kesên din jî birîndar bûne.

Ev kargeh ku karê tiwandina (helandina) asnê dike, li taxa Tancero ya Silêmaniye, teqîn di dema helandina asnê de çê bûye.

Niha tîmên têkildar lêkolîn li ser bûyerê dikin.

N: E. G