Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 156 kesên din bi Koronayê ketin

heta niha 448 kes canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li herêmê 156 kesên din, bi Koronayê ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesekî ku bi Koronayê ketibû, li Kobanê jiyana xwe ji dest da.

Mistefa teqez kir ku li herêmê 156 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine ku 78 mêr in û 78 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 49

Qamişlo: 35

Dêrik: 29

Dirbêsiyê: 9

Dêrazor: 32

Kampa Holê: 2

Mistefa destnîşan kir ku 9 kesên ku bi Koronayê ketibûn baş bûne.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hejmara pêketiyan gihaşt 13 hezar û 579 kesan,  di nav de 448 kes  mirine û hezar û 430 kes jî baş bûne.

Ji anhayê hatiye wergirtin.

N: E: G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.