Serokwezîr li gel Cîgirê nûnerê taybetî yê bo karûbarên Sûriyeyê civiya

tekez li ser girîngiya hevkariya hevpeymaniya cîhanî hate kirin.

Piştîvaniya diyaloga navbera aliyên Kurdî dikin.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Cîgirê nûnerê taybetî yê Amerîkayê yê bo karûbarên Sûriyeyê civiya û piştî civînê jî li ser hesabê xwe yê fermî wisa nivîsand;

Îro yekşem 18 Nîsana 2021an me pêşwaziya Cîgirê nûnerê taybetî yê Amerîkayê bo Sûriyeyê David Brownstein kir.

Di civînê de ku Konsulusê Amerîkayê yê li herêma Kurdistanê Rob Waller jî têde amadebû, pêşhatên dawî yên Îraqê, Sûriye û pere pêdana hemahengiya li gel hevpeymaniya navnetewî bo rûbirû bûna DIŞIê hatin nirxandin.

Di civînê de me tekez li ser girîngiya berdewam bûna piştgîrî kirina hêzên pêşmerge kir bo rûbirû bûna metirsiyên DIŞIê ku hîn jî metirsiyeke rastîne li çend navçeyên Îraq û Sûriyeyê de.

Herwiha her me her du aliyan piştîvaniya xwe bo diyaloga aliyên Kurdî li Sûriyeyê diyar kir bo dabîn kirin û misoger kirina mafên netewî yên gelê Kurd di çarçova Sûriyeyê de.

N: E. G