Îsraîl û Yûnanistan peymanek îmze kirin

vê îsraîl hêzên asmanî yên Yûnanê perwerde bike.

Ev peyman taybete bi karûbarên berevaniyê.

Îro yekşem wezareta berevanî ya Îsraîlê belav kiriye ku di navbera Îsraîl û Yûnanistanê de peymaneke ewlekarî û berevaniyê hatiye îmzekirin.

Li gor peymana ku hatiye îmzekirin vê kompaniyeke warê berevaniya asmanî ya Îsraîlê, li Yûnanistanê, navendek veke û dest bi perwerde kirina hêzên asmanî yên Yûnanistanê bike.

Kompaniya Elbit Systems a Îsraîlî hevdem li gel vekirina navendeke xwe li Yûnanistanê, vê balefirek ji cureya M-346 jî bide Yûnanistanê û artêşa vê welatî jî perwerde bike.

N: E. G