35 zarokên DIŞIê radestî Rûsyeyê hatin kirin

îro hatine radestkirin û her îro vegerin Rûsyeyê.

Ji aliyê Rêveberiya xweser ve hatine radestkirin.

Îro şandeke Rûsî serdana Rojavayê Kurdistanê kir û li gel rayedarên siyasî û leşkerî yên rêveberiya xweser ya Rojavayê Kurdistanê civiya.

Piştî civînê li gor rêkeftina berê ya di navbera Rojava û Rûsyeyê, de, rêveberiya xweser 35 zarokên DIŞIê yên ku bav û dayikên wan welatiyên Rûsî ne, radestî şanda Rûsî kir.

Şanda Rûsî piştî wergritina wan her 35 zarokan bo ku vegere Rûsyeyê ji Qamîşlo ve ber bi Şamê ve birê ket.

Weke tê zanîn beriya niha di navbera Rûsye û rêveberiya xweser de rêkeftinek bo vegerandina zarokên DIŞIiyan bo Rûsyeyê hatiye îmzekirin û heta niha çend caran hijmareke zêde zarokên DIŞIiyan radestî Rûsyeyê hatine kirin.

N: E. G