Cîhadiyên Tirkiyeyê bihev ketin kuştî û birîndar hene

şer di navbera komên cîhadî de hîn jî berdewame.

Li Serê Kaniyê şereke dijwar berdewame.

Li gor zaniyariyên berdest, komên cîhadî û terorîst yên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve têne piştîvanî kirin û li gel artêşa Tirkiyeyê bajarê Serê Kanî ya Rojavayê Kurdistanê dagîr kirine, bihev ketine.

Şer li ser lihev nekirinê li ser dabeş kirina mal û milkên Kurdan qewmiye û koma cîhadî ya Îzah ya ser bi koma Sultan Murad û koma Şukur Elşam de derketiye.

Di şerê de çekên giran û topxane jî hatine bikaranîn, ji her du aliyan kuştî û birîndar hene û çend gule top jî di nava axa Tirkiyeyê de ketine erdê.

Weke tê zanîn Serê Kanî û Girê Spî jî weke Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiye û komên cîhadî ve hatine dagîr kirin û Tirkiye dest bi guhertina demogirafiya wan deveran jî kiriye.

N: E. G