Fermana girtinê bo hijmarek berpirsên Îraqî hatiye dayîn

di nava wan de wezîr û parlementer jî hene.


Bi hinceta gendeliyê tên girtin.
Desteya destpakî yaku erebî jê re nezahe dibêjin ya Îraqê ragihand ku di meha derbasbûyî de fermana girtin û vexwandin bo dadgehê bo 58 berpirsên berê û yên niha yên Îraqê bi hinceta gendeliyê hatiye derkirin.
Desteya han di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku meha derbasbûyî 8 fermanên girtînê û 50 fermanên vexwandinê bo dadgehan, bo 58 berpirsên berê û yên niha yên Îraqê hatiye derkirin.
Di nava wan kesan de çend wezîr, Şêwirmendên wezaretan û Parlementer jî hene.
Herwiha navê 25 birêveberên giştî yên dezgehên fermî yên hikûmeta Îraqê jî heye.
N: E. G