Serokwezîr li gel Konsulus û nunerên YE civiya

dibêje lazime hikûmeta Îraqê pêbendiyên xwe cîhbicîh bike.

Behsa rewşa Kurdistanê kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel nuner û Konsulusên welatên Yekîtiya Ewrûpayê yên li Kurdistanê civiya û piştî civînê jî derbarê naveroka civînê de li ser hesabê xwe yê fermî wisa nivîsand;

Îro sêşem 20 Nîsana 2021an li gel Konsulus û nunerên welatên Yekîtiya Ewrûpayê yên li herêma Kurdistanê civiyan.

Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa herêma Kurdistanê, têkiliyên li gel hikûmeta fedralî û pere pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û welatên YE kir.

Derbarê têkiliyên li gel hikûmeta fedralî de me pêbendiya herêma Kurdistanê bo cîhbicîh kirina proje qanûna bûdceya fedralî diyar kir û daxwaz kirk u li hember de jî hikûmeta fedralî, pêbendiyên xwe yên li hember herêma Kurdistanê bo şandina şayisteyên darayî ( par) yên herêma Kurdistanê cîhbicîh bike ku ev 10 mehe hikûmeta fedralî ti pareke Kurdistanê û bûdceya herêma Kurdistanê neşandiye.

Me herwiha hêviya vê yekê jî xwest ku pejrandina proje bûdceya fedralî bibe destpêkeke baş bo çareser kirina kêşeyên hilwastî yên din bi awayeke mayende û li ser esasê destûrê, bi taybetî cîhbicîh kirina madeya 140 û normal kirina rewşa deverên Kurdistanî yên ji derveya îdareya herêmê ku bandoreke xirab li ser aramî û ewlekariya Îraqê heye.

Di berdewamiya civînê de me balkêşande ser reformên hikûmeta herêma Kurdistanê bo ji nûve sazmandehî kirin û pir cure kirina çavkaniyên dahat û kêm kirina xerciyên ne hewce û pêşde birina şefafiyet û sînor diyar kirin bo çarçûr kirina samanên giştî.

Me tekez li ser vê yekê kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê tevahiya asankariyên hewce pêşkêşî hilbirênerên biyanî û navxweyî dike bo pere pêdana hilbirînê di tevahiya waran de.

Di dawiya civînê de me bersifa wan pirsan da ku ji aliyê Konsulus û nunerên welatên YE ve hatin pirsîn.

N: E. G