Zêdetir ji hezar kesên din bi Koronayê ketin

6 berketî jî canê xwe ji dest dane.

 

Hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezaretê, di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê yek hezar û 151 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 417 kese.

Wezaretê eşkere kiriye ku di nava heman demê de 728 berketiyên berê jî baş bûne û 6 berketî jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G