Fermandarekî din yê spaha Pasdaran mir

roja şemî jî Cîgirê Fermandarê hêzên Qudis miribû.

Jiber Koronayê miriye.
Çapemeniya Îranê belav kiriye ku duhê sêşm Fermandarekî hêzên Qudis ya ser bi spaha Pasdaran ya Îranê bi navê Jeneral Mihemed Elî Heqbîn yê ku beriya demekê bi Koronayê ketiye, jiber Koronayê miriye.
Nav hatî yek ji wan Şiwêrmendên girîng yên spaha Pasdaran bûye li Îraq û Sûriyeyê û li gel Qasim Silêmanî beşdarî di şerên curbicur li Sûriye û Îraqê de kiriye.
Weke tê zanîn roja şemî jî Cîgirê Fermandarê hêzên Qudis Jeneral Mihemed Hicazî jî miribû û Îran ragihandibû ku nav hatî jiber rawestana dil miriye.
N: E. G