Alozî kete navbera YBŞ û artêşa Îraqê

artêşa Îraqê xwestiye navendeke leşkerî ava bike.
کوردستان TV
100%

Artêşa Îraqê dixwest biçe çiyayê Şingalê.

Peyamnêrê Kurdistantv yê li Şingalê ragihand ku îro çarşem danê êwarê, dema hêzeke ser bi artêşa Îraqê dixwest biçe çiyayê Şingalê, hêzên YBŞ rê bi artêşa Îraqê nedan û alozî derketin.

Peyamnêrê me eşkere kir dema artêşa Îraqê dixwest biçe başûrê çiyayê Şingalê û navendeke leşkerî ava bike, hêzên YBŞê jî rê lê girtine û nehêştine artêşa Îraqê biçe deverê.

Peyamnêrê me heriha eşkere kir ku duhê jî artêşa Îraqê dixwest biçe du deverên din lê hêzên YBŞê rê nedane artêşa Îraqê.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.