Serokwezîr li gel Konsulusê nû yê Yûnanê civiya

Yûnan dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir bike.
کوردستان TV
100%

 

Îro çarşem Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Konsulusê nû yê Yûnanê yê li Hewlêrê civiya û piştî civînê jî li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro çarşem 21 Nîsana 2021an me pêşwaziya Konsulusê nû yê Yûnanê yê li Hewlêrê Stafors Krimis kir û jiber destbikar kirina wî me pîrozbayî li wî kir û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest û tekez li ser vê yekê kir Kurdistan pêşwaziya pere pêdana têkiliyan li gel Yûnanê dike.

Konsulusê giştî yê nû yê Yûnanê hevdem li gel behs kirin derbarê têkiliyên dostane û dîrokî yên di navbera herêma Kurdistanê û Yûnanê de, tekez li ser vê yekê kir ku, herêma Kurdistanê xwedan pêgeheke girînge û faktereke serekî ya aramiya deverê ye.

Nav hatî amadebûna welatê xwe jî bo bihêztirkirina têkiliyên xwe li gel herêma Kurdistanê di her warî de diyar kir.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.