Kurdistan amadeye hevkariya Îraqê bike

dibêje lazime bihevre hewl bo baştir kirina rewşa elektirîkê bidin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel wezîrê elektirîkê yê Îraqê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel wezîrê elektirîkê yê Îraqê civiya û piştî civînê jî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro pêncşem 22 Nîsana 2021an me pêşwaziya wezîrê elektirîkê yê hikûmeta fedralî ya Îraqê Macid Hentûş kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa elektirîkê li Îraq û herêma Kurdistanê û pere pêdana hemahengiya navbera her du aliyan û hewlên bo baştir kirina karînên berhem anîna stasiyonên elektirîkê kir.

Hevdem ku me amadebûna xwe bo hevkarî kirina wezareta elektirîkê ya hikûmeta fedralî û xeta elektirîka nîştimanî bo cîhbicîh kirina projeyên hevbeş diyar kir, bal jî kêşande ser vê yekê ku Îraq xwedan samaneke madî û înasnî ya zengîne ku eger bi başî fêde ji were girtin vê demê bandoreke gelek baş li ser baştir bûna jiyana welatiyan bi giştî û elektirîkê bi taybetî dibe.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.