Li Kurdistanê 977 kesên din bi Koronayê ketin

9 welatî jî canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezaretê, di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 977 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 424 kese.

Wezaretê eşkere kiriye ku di nava heman demê de 763 bekeriyên berê jî baş bûne û 9 welatî jî canê xwe ji dest dane.

Heta niha bi giştî li Kurdistanê 143 hezar û 723 kes bi Koronayê ketine û 3 hezar û 920 kes jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.