Li Qamîşlo 3 zarok hatin kuştin

welatiyeke medenî jî birîndar bûye.
کوردستان TV
100%

Piştî rojekê şer dîsa destpê kir.

Ev şera ku beriya çend rojan li taxa Tay ya Qamîşlo di navbera hêzên asayîşa rêveberiya xweser û çekdarên ser bi rejîma Esed destpê kiribû, piştî rojekê westan, dîsa destpê kir.

Şerê beriya çend rojan bi hewldanên Rûsyeyê hatibû rawestandin, lê îro danê nîvroyê dîsa çekdarên ser bi rejîma Esed êrîşî ser hêzên asayîşê kirin û pevçûn qewmî.

Li gor zaniyariyên destpêkê di encama pevçûnê de 3 zarok canê xwe ji dest dane.

Herwiha hate zanîn ku di encama şerê han de welatiyeke medenî jî birîndar bûye lê heta niha zirarên şer yên di navbera her du aliyan de zelal nebûne.

Weke tê zanîn beriya du rojan dîsa şer hebû, hêzên asayîşê 13 çekdar kuştibûn û 6 jî birîndar kiribûn û endameke asayîşê jî şehîd bibû û du endamên din jî birîndar bibûn.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.