Serok Barzanî li gel Konsulusê nû yê Japonê civiya

Japon dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir bike.

Konsulusê nû xwe ji Serok Barzanî re da nasîn.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Japonê yê li Hewlêrê Arakawa Mikihirou kir.

Di civînê de Arakawa Mikihirou weke Konsulusê nû yê Japonê yê li Hewlêrê xwe ji Serok Barzanî re da nasîn û diyar kir ku welatê wî dixwaze têkiliyên xwe yên di her warî de li gel Kurdistanê bihêztir bike.

Serok Barzanî jî hêviya serkeftinê bo Konsulusê nû yê Japonê xwest û piştîvaniya xwe jî bo bihêztir û berfiretir kirina têkiliyên navbera Kurdistanê û Japonê diyar kir.

Rewşa siyasî ya Îraqê û metirsiyên li berdem Îraq û Kurdistanê mijareke din ya civîna han bûn.

N: E. G